Mesrûr Barzanî: Em ligel hilbijartinên dadperwerane, demokratîk û destûrî ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 19ê Adara 2024an bi Wezîrê Derve yê Almanya Tobias Lindner re civiya.

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezîrê Derve yê Almanyayê tekezî li ser berdewamiya piştevaniya welatê xwe bo Pêşmerge û hevkariya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Di dixuyaniyê de hat gotin: “Mijara sereke ya civînê, girîngiya rêzgirtina li sîstema federalî ya Iraqê û parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê bû.” Serokwezîr amaje bi wê kir, her çend e bi awayên çarçoveyê siyasî, leşkerî, aborî û bi navê yasayî zext li Herêma Kurdistanê tê kirin ku dest ji mafên xwe yên destûrî berde, lê gelê Kurdistanê ti carî amade nîne sazişê li ser mafên xwe bike.

Derbarê proseya hilbijardinê jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Em hertim alîgirê hilbijartinan bûne, lê divê ew hilbijartinên rewa, demokratîk û destûrî û di çarçoveya yasayeke helbijartinê ya dadperwerane de bin ku gerenntiya nûnertiya hemû çîn û pêkhateyên gelê Kurdistanê bike.”

Rewşa kampên Herêma Kurdistanê, mijareke din a hevdîtinê bû û her du alî li ser wê yekê hevra bûn ku rê li ber vegerandina xwebexş a penaberên bo cihên xwe bê vekirin.