Mensûr Barzanî: Bi fermana Serok Barzanî ji bo ziyanpêketiyên lehiya Dihokê çi pêwîst be emê bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Dihokê di encama lehiyê de, 2 kesan canê xwe jidest dan û hinek mal û milkên xelkê jî ziyan dîtine, di vê derbarê de Fermandar Mensûr Barzanî serdana malbatên parêzgeha Dihokê yên ziyanpêketî kir.

Di çarçoveya vê serdanê de, Fermandar Mensûr Barzanî ji K24ê re got: “Em bi fermana Serok Barzanî hatine serdana qurbaniyên lehiyê li Dihokê û bibînin ku çi pêwîst e ji bo wan were kirin.”

Mensûr Barzanî herwiha got:“Ez ji wan malbatan re radigihînin, ji bo qerebûkirina malbatan çi ji destê me bê emê bikin.”

Îro ji serê sibê ve li Herêma Kurdistanê baraneke bihêz bariya û li hin cihan lehî rabûye.

Bandora pêla baranê zêdetir li parêzgeha Dihokê bû û li çend taxên bajêr lehî rabûye, av derbasî çend malan bûye û hin rê hatine girtin.