Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Îtalyayê li Iraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 19ê Adara 2024an pêşwazî li Balyozê Îtalyayê li Iraqê Maurizio Greganti û şanda pê re kir.

Piştî pêşwaziyê, Balyozê Îtalyayê li Iraqê dilxweşiya xwe ya ji bo hevdîtina careke din bi Serok Barzanî nîşan da û pîrozbahiya cejna Newrozê li Serok Barzanî û tevahiya gelê Kurdistanê kir.

Serok Barzanî spasiya pîrozbahiyên Balyozê Îtalyayê yên bi boneya cejna Newrozê kir û ragihand, Newroz ji bo gelê Kurd bi vêxistina agirê azadî û aştiyê, sembola serkeftina li dijî tarîtiyê ye.

Di civînê de pêşhatên dawî yên proseya siyasî û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin gotûbêjkirin. Derbarê daxuyaniya Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya ji bo beşdarnebûna di hilbijartinan de, Serok Barzanî got, PDK hertim hewla dîtina çareseriyan bûye, ji bo peydakirina aramiya welat û bihêzkirina demokrasiyê li gor xalên destûra 2005an ya Iraqê.

Serok Barzanî tekezî li ser parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û hemû mafên rewa yên gelê Kurdistanê kir, ji ber ku ev qeware di destûrê de hatiye çespandin û di encama xebateke dûr û dirêj de hatiye bidestxistin.

Balyozê Îtaliyayê li Iraqê têgihîştina xwe ya temam ji rewşê re diyar kir û her du alî tekezî li ser dîtina çareseriyekê li ser bingeha demokrasî û sîstema federalî kirin.