Ji bo parastina jiyana welatiyan bêhnvedana fermî li Dihokê hat ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Dihokê ji ber barîna barana bihêz û parastina jiyana welatiyan, sibe bêhnvedana fermî ragihand.

Parêzgarê Dihokê Elî Teter îro Sêşemê (19.03.2024) ragihand, ji bo parastina jiyana welatiyan û ji ber barîna barana bihêz  sibe li parêzgeha Dihokê bêhnvedana fermî ye.

Elî Teter da zanîn jî, di rewşeke nexwaze de tenê Berevaniya Sivîl, Polîs, Asayiş, Rêveberiya Koç û Koçberan, Şaredarî û Elektrîk dê di nobetê de bin.

Parêzgarê Dihokê bang li welatiyan kir ku ji bo parastina canê xwe û malbatên xwe, ji malên xwe dernekevin, da ku tîmên rizgarkirinê bi awayekî baştir karê xwe bikin.

Îro danê sibê li parêzgehên Herêma Kurdistanê baraneke bihêz bariya. Bandora zêde li ser parêzgeha Dihokê bû ku ji ber baranê li çend taxên bajêr lehî rabû, av derbasî hejmarek malan bû û hin rê hatin girtin.

Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Berevaniya Şaristanî ya Dihokê Bêwar Ebdulezîz ji K24ê re ragihand, di encama lehiyê 2 welatî xeniqîne û heta niha termên wan nehatine dîtin.