Ji ber rewşa keşûhewayê dibistanên 2 navçeyên Şirnexê bo rojekê tên girtin

Şirnex
Şirnex

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeyên Qilaban û Elkê yên Şirnexê ji ber şert û mercên nebaş ên keşûhewayê, sibe perwerde hat sekinandin.

Barana bihêz bandorê li Şirnex û herêmê dike. Parezgerîya Şirnexê jî di daxuyaniyekê de ragihand: “Ji ber şert û mercên nebaş ên keşûhewayê yên li navçeyên Qilaban û Elkê, roja 20ê Adarê li hemû saziyên perwerdeyê ji bo rojekê dibe bihnvedana fermî.

Herwiha li gorî biryarê jî, ji bo xebatkarên cemaweriyê yên astengdar û ducanî jî siba 20ê Adarê dibe betlaneya îdarî.