Cejna Newrozê îro bi vêxistina agir li her çar parçeyên Kurdistanê tê pêşwazîkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Cejna Newrozê li her çar parçeyên Kurdistanê, bi çalakiyên cur bi cur û şahiyan tê pêşwazîkirin. Newroz, cejneke neteweyî, civakî û efsaneya berxwedan û serkeftina Kurdan e. ji ber vê, Kurd tenê bi çavê bûyer û efsaneyeke dîrokî li Newrozê nanêrin, di heman demê de dikin bingeha kar û xebatên xwe bo rizgarî, azadî û serxwebûna xwe.

Newroz, li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, cejna neteweyî û civakî ya gelê Kurd e. Rizgarbûna ji zilm û zordarî, bidestxistina azadî û serxwebûnê ye. Bidawîbûna şevên reş û tarî, destpêkirina rojên xêr û bereketê ye.

Bi baweriya Kurdan, başî û xirabî, rastî û şaşî, roj û şev; ligel hev in û her tim di nava rakêşan û şer de ne. Erkê mirov e di hizr û gotin û karê xwe de, rast be û baş be û xweş be.

Ji bo Kurdan Newroz, zêdetir xwedî wateyeke neteweyî û civakî ye. Kurd bi pêşengiya Kawayê Hesinkar koşk û zilm û zordarî û Mêtingeriya Dehaqê bidawî dikin. Serkeftina Kawayê Hesinkar û şewitandina Koşka Dehak, bi hilkirina agiran wek mîzgînî tê ragihandin.

Kurd di heman demê de, vê rojê wek serkeftina Medan li hemberî zordariya împaratoriya Asûriyan binav dikin ku berê zayînê bi 612 salan bû.

Ji aliyekî din ve, Neteweyên Yekgirtî sala 2010an, 21’ê Adarê wek Roja Cihanî ya Newrozê ragihandibû. 

Komara Tirkiyeyê ku her tim bi fişar û girtin û komkujiyan pêşwaziya Newrozê kiriye, sala 1995 neçar ma Cejna Newrozê qebûl bike, lê vê carê jî bi navê cejna biharê ya Tirkan.

Kurd, Newrozê tenê wek efsaneyeke dîrokî nabînin. Di heman demê de dikin bingeha hizr û kar û xebatên xwe bo rizgarî, azadî û serxwebûna xwe.