Berevaniya Şaristanî ya Dihokê amarên dawî yên baran û ziyanên lehiyê belav kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Berevaniya Şaristanî ya Dihokê ragihand, di encama lehiyê de, 3 kesan li parêzgeha Duhokê canê xwe ji dest dane.

Li gor amarên dawî yên Rêveberiya Berevaniya Şaristanî ya Dihokê, 10 xanî hilweşiyane, 328 welatî ji aliyê tîmên berevaniya sivîl ve hatine rizgarkirin. Herwiha nêzîkî 500 welatiyên din jî ji bo cihê ewleh hatin veguhastin.

Herwiha 25 rê ziyan dîtine, hinek ji wan rêyan êdî bi kêrî hatinûçûnê nayên, 15 dezgehên giştî ziyan dîtine û av ketiye nêzîkî 435 malan, ji wan 35 mal li navçeya Sêmêlê ne.

Her li gorî amaran jî, 200 wesayitan jî ziyan dîtine û zêde 40 dikan û market zirar dîtine.

Berevaniya Şaristanî ya Duhokê ragihand, li deverên çiyayî çend pirên ku gundan bi hev ve girê didin jî ziyan dîtine.