Ziyandîtiyên lehiya Dihokê tên qerebûkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser biryara Serok Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, di zûtirîn dem de ziyandîtiyên lehiya Dihokê tên qerebûkirin.

Parêzgarê Dihokê Dr. Elî Teter îro 20ê Adarê di peyamek li tora civakî “Facebook” belav kir û tê de ragihand, Serok Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryar dane di zûtirîn dem de qurbaniyên lehiya Dihokê bêne qerebûkirin.

Parêzgarê Dihokê da zanîn jî, hemû hêzên Pêşmerge ji bo alîkariya ziyanpêketiyên lehiyê ketina rewşa amadehiyê û çi pêwîst be ji bo wan, dê bê kirin.

Ji duhî danê sibê ve pêleke barana bihêz bi ser Herêma Kurdistanê girtiye. Bandora zêde li ser parêzgeha Dihokê bû ku ji ber baranê li çend taxên bajêr lehî rabû, av derbasî hejmarek malan bû û hin rê hatin girtin.

Rêveberiya Berevaniya Şaristanî ya Dihokê jî ragihand, di encama lehiyê de, 3 kesan li parêzgeha Duhokê canê xwe ji dest dane.

Da zanîn jî, 10 xanî hilweşiyane, 328 welatî ji aliyê tîmên berevaniya sivîl ve hatine rizgarkirin. Herwiha nêzîkî 500 welatiyên din jî ji bo cihê ewleh hatin veguhastin.

Herwiha got, 25 rê ziyan dîtine, 15 dezgehên giştî ziyan dîtine û av ketiye nêzîkî 435 malan, ji wan 35 mal li navçeya Sêmêlê ne. 200 wesayitan û zêde 40 dikan û market ziyan dîtine.