Serok Barzanî: PDKyê hilbijartin boykot nekirine belkî bi hilbijartinên pakij re ye

Serok Barzanî û Alina Romanowski
Serok Barzanî û Alina Romanowski

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Balyoza Amerîkayê li Îraqê dike û pê re danûstandinan li ser çend mijaran dike.

Serok Barzanî îro (Çarşem, 20.03.2024) li Pîrmamê pêşwaziya Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski kir û pê re danûstandinan li ser çend mijaran kirin.

Li dû Ragehandina Baregayê Barzanî, di wê hevdîtinê de, Balyoza Amerîkayê li Îraqê Newroz li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê pîroz kiriye.

Herwesa zêdebarî amajedana bi rewşa siyasî ya Îraq û Herêma Kurdistanê û dawî pêşhatan, Alina Romanowski nîgeraniya xwe û welatê xwe jî li ser dawî pêşhatên siyasî diyar kiriye û daxwaz jî kiriye ku PDK rolê xwe bigêre û bi aliyên din re arêşe û nîgeranî û têbîniyên girêdayî hilbijartinên Perlemana Kurdistanê çare bike.

Her li dû wê ragehandina Baregayê Barzanî, di wê hevdîtinê de, Serok Barzanî amaje daye sedemên derxistina beyannameya PDKyê û ji şanda mêvan re ron kiriye ku her li destpêka salên 1990an PDK pêşenga birêveçûna hilbijartinan bûye û wî bi xwe li sala 1991ê daxwaz kiriye ku pêdivî ye rewatiya şoreşgêrî cihê xwe bide rewatiya destûrî û hilbijartin bên kirin. PDK herdem bi kirina hilbijartinan re bûye û tirs ji hilbijartinan nîne belkî têbînî li ser awayê hilbijartinan û metirsiya têkdana bingehên pêkvejiyanê û nehêlana tevlîbûna pêkhatan di jiyana siyasî de hene.

Serok Barzanî ew yek jî berçav kir ku bi behaneyên cuda cuda hilbijartin du salan hatin paşxistin, destên biyanî û derve têkelî nav wê mijarê hatin kirin û ji nirx û pêgeha Herêma kêm hat kêmkirin. Herwesa bi awayên nedestûrî û neqanûnî biryar û qanûnên Herêma Kurdistanê hatin guhertin û stemeke mezin li pêkhatan û tevaya xelkê Kurdistanê hat kirin.

Herwesa di wê ragehandinê de hatiye, Serok Barzanî tekez kiriye ku PDKyê hilbijartin boykot nekirine belkî bi hilbijartinên pakij û şefaf û cihê piştrastiyê û dûrî desttêwerdanên derve û bernameyên pêşwext re ye, ku tê de dengder ji mafên dengdanê neyên bêbarkirin, piroseya demokratî neyê bênirxkirin û qanûnên Herêma Kurdistanê jî neyên binpêkirin.

Serok Barzanî di nav gotinên xwe de amaje daye peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û eşkere kiriye ku lihevkirineke ron û tevalî bi Çarçoveya Hevahengiyê re li jêr navê Hevpeymaniya Navdewletî heye lê mixabin çi yek ji xalên giring ên wê lihevkirinê nehatine bicihanîn.

Serok Barzanî li dawiyê jî tekez kiriye ku, ji bo çarekirina arêşeyan û nehêlana nîgeraniyan, dê li ser şêwirmendî û hevahengiyê berdewam bin.