Plasschaert cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz dike

Jeanine Hennis-Plasschaert
Jeanine Hennis-Plasschaert

Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnera Taybet a Sikirtêra Gişrî ya Neteweyên Yekgirtî li Îraqê bi helkefta hatina cejna neteweyî ya Newrozê peyameke pîrozkirinê belav dike ku di pareke wê de hatiye, “Newroz nûbûna xweza û jiyanê ye”. Herwesa dibêje, “Ez Newrozê li gelê Kurd li Herêma Kurdistanê û hemî cîhanê pîroz dikim”.

Nûnera Taybet a Sikirtêra Gişrî ya Neteweyên Yekgirtî li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert îro (Çarşem, 20.03.2024) bi helkefta cejna Newrozê li ser tora civakî ya Xê peyamek belav kiriye ku tê da hatiye, “Cejna Newrozê ji bo me tevan bîranînek e ku em pêkve ji bo aştiyê û parastina hesareya xwe, pêxemetî misogerkirina jîngeheke saxlem ji bo nifşên paşerojê, kar bikin”.

Jeanine Hennis-Plasschaert herwesa ragehandiye, “Gelek kes li seranserî cîhanê xwe ji bo ahengan amade dikin, em nikarin wê yekê jî înkar bikin ku gelek kes jî azaran dikêşin, werin em hêviya destpêkeke nû, aştî û xêr û xweşiyan bixwazin”.

Nûnera Taybet a Sikirtêra Gişrî ya Neteweyên Yekgirtî li Îraqê herwesa got, “Ez germtirîn pîrozbahî pêşkêşî gelê Kurd û tevaya cîhanê û Herêma Kurdistanê û hemî Îraqiyan dikin”.