Konsulê Urdinê li Herêma Kurdistanê cejna Newrozê pîroz dike

Mesrûr Barzanî û Fuad Mecalî
Mesrûr Barzanî û Fuad Mecalî

Navenda Nûçeyan (K24) - Konsulê Giştî yê Şanişîna Urdinê li Herêma Kurdistanê cejna neteweyî ya Newrozê li gelê Kurd pîroz dike.

Konsulê Giştî yê Şanişîna Urdinê li Herêma Kurdistanê Fuad Mecalî îro (Çarşem, 20.03.2024) li ser tora civakî ya Xê wêneyekê xwe û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi cilikên Kurdî belav kiriye û nivîsiye, “Newroza we pîroz be”.

Pêşir jî Fuad Mecalî ragehandibû, peywendiya Şanişîna Urdinê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re peywendiyeke birayane ya dîrokî ye, armanca me ew e ku wan peywendiyan ji hemî aliyan ve pêş bixin, li ser astê aborî, bazirganî, pizişkî û perwerde û fêrkirinê.

Mesrûr Barzanî û Fuad Mecalî
Mesrûr Barzanî û Fuad Mecalî