Konsulxaneya Amerîkayê hevxemiya xwe ji bo qurbaniyên lehiya Dihokê diyar dike

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê
Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber baranên dijwar ên duhî û rabûna lehiyan ku sê kes bûn qurbanî, Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê hevxemiya xwe ji bo qurbaniyên wê lehiyê diyar dike.

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê îro (Çarşem, 20.03.2024) li ser tora civakî ya Xê peyamek belav kir û tê de ragehand, “Em ji dil hevxemiya xwe ji bo wan kesan diyar dikin ên ku ji ber lehiya duhî ya Dihokê û deverên din ên Herêma Kurdistanê zirar dîtine û em serexweşiyê jî li wan dikin”.

Serê sibeha duhî (Sêşem, 19.03.2024) pêleke baranê ya dijwar parêzgehên Herêma Kurdistanê vegirtin ku bandora wê zêdetir li ser parêzgeha Dihokê bû. Ji ber wê baranê, li çend taxên wî bajarî lehî çê bû û çend malek têk dan, bi dehan erebe birin û hejmareke rêyan jî girtin.

Berdevkê Birêveberiya Giştî ya Bergiriya Şaristanî ya Parêzgeha Dihokê Bêwar Ebdulezîz ji K24ê re ragehand, “Heta niha ji ber wê lehiyê sê kes xendiqîne û termên du ji wan hêşta nehatine dîtin”.