Romanowski: Divê hemî welatiyên Herêma Kurdistanê mafê dengdanê ji bo diyarkirina paşeroja xwe hebe

Serok Barzanî û Alina Romanowski
Serok Barzanî û Alina Romanowski

Navenda Nûçeyan (K24) - Balyoza Amerîkayê li Îraqê piştevaniya welatê xwe ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bi awayekî azad û şefaf tekez dike û radigehîne, “Divê hemî welatiyên Herêma Kurdistanê mafê dengdanê ji bo diyarkirina paşeroja xwe hebe”.

Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski îro (Çarşem, 20.03.2024) di derheqa hevdîtina xwe ya bi Serok Barzanî re peyamek li ser tora civakî ya Xê belav kiriye û tê de amaje daye, “Ji bo tekezkirina piştevaniya me ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bi awayekî azad, pakij, şefaf û cihê bawerê, ez bi Serok Mesûd Barzanî re civiyam”.

Romanowski tekez jî kiriye, “Divê hemî welatiyên Herêma Kurdistanê mafê dengdanê ji bo diyarkirina paşeroja xwe hebe”.

Serok Barzanî îro (Çarşem, 20.03.2024) li Pîrmamê pêşwaziya Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski kir û pê re danûstandinan li ser çend mijaran kirin.

Li dû Ragehandina Baregayê Barzanî, Balyoza Amerîkayê li Îraqê di wê hevdîtinê de Newroz li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê pîroz kiriye.

Herwesa zêdebarî amajedana bi rewşa siyasî ya Îraq û Herêma Kurdistanê û dawî pêşhatan, Alina Romanowski nîgeraniya xwe û welatê xwe jî li ser dawî pêşhatên siyasî diyar kiriye û daxwaz jî kiriye ku PDK rolê xwe bigêre û bi aliyên din re arêşe û nîgeranî û têbîniyên girêdayî hilbijartinên Perlemana Kurdistanê çare bike.

Her li dû wê ragehandina Baregayê Barzanî, Serok Barzanî jî di wê hevdîtinê de amaje daye sedemên derxistina beyannameya PDKyê û ji şanda mêvan re ron kiriye ku her li destpêka salên 1990an PDK pêşenga birêveçûna hilbijartinan bûye û wî bi xwe li sala 1991ê daxwaz kiriye ku pêdivî ye rewatiya şoreşgêrî cihê xwe bide rewatiya destûrî û hilbijartin bên kirin. PDK herdem bi kirina hilbijartinan re bûye û tirs ji hilbijartinan nîne belkî têbînî li ser awayê hilbijartinan û metirsiya têkdana bingehên pêkvejiyanê û nehêlana tevlîbûna pêkhatan di jiyana siyasî de hene.

Herwesa di wê ragehandinê de hatiye, Serok Barzanî tekez kiriye ku PDKyê hilbijartin boykot nekirine belkî bi hilbijartinên pakij û şefaf û cihê bawerê û dûrî desttêwerdanên derve û bernameyên pêşwext re ye, ku tê de dengder ji mafên dengdanê neyên bêbarkirin, piroseya demokratî neyê bênirxkirin û qanûnên Herêma Kurdistanê jî neyên binpêkirin.

Serok Barzanî di nav gotinên xwe de amaje daye peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û eşkere kiriye ku lihevkirineke ron û tevalî bi Çarçoveya Hevahengiyê re li jêr navê Hevpeymaniya Navdewletî heye lê mixabin çi yek ji xalên giring ên wê lihevkirinê nehatine bicihanîn.

Serok Barzanî li dawiyê jî tekez kiriye ku, ji bo çarekirina arêşeyan û nehêlana nîgeraniyan, dê li ser şêwirmendî û hevahengiyê berdewam bin.