Sûdanî: Ti alternatîvek şûna xebata hevpar nagire

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî cejna Newrozê li gelê Kurdistanê pîroz kir û got: “Ti alternatîvek şûna xebata hevpar nagire.”

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî peyameke pîrozbahiyê bi boneya cejna Newrozê belav kir û tê de got: “Germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî gelê Kurd li Herêma Kurdistanê û hemû gelên Iraqê dikim, bi hêviya ku ev cejna mezin pêşerojeke geş bi xwe re bîne.”

Sûdanî got jî: “Careke din Newroz li welatê me hat û welatîyên me li ser xebat, avadankirin û avêtina gavan berdewam in, ji bo bidestxistina daxwaz û armancên hevpar ên Iraqiyan.”

Serokwezîrê Iraqê got jî: “Ev bone, hêza cihêrengiya gelê me û pêwendiya wan û rijdbûna hemû hewlan ji bo pêşkêşkirina xizmet û parastina mafan piştrast dike.”

Herwiha Sûdanî tekez kir, “ti alternatîveke ji xebata hevpar, bilindkirina nirxên hevpariyê, yekçarenivîsî û paşeroja ku em bi hev re dîzayn dikin, li hemû deverên Iraqê nîne.”