Eléonore Fourniau yekem albûma xwe bi kurdî belav kir

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Di demekê de hin mûzîkjenên Kurd ên bakurê Kurdistanê behsa hiştina mûzîka Kurdî dikin, hunermenda Frensî Elêonore Fourniau yekem albûma xwe bi zimanê Kurdî belav kir û rijd e li ser berhemanîna mûzîka Kurdî. Navê albûma Elêonorê “Neynik” e û ji 12 stranan pêk tê ku neh jı wan Kurmancî, du ji wan Soranî û yek jî Zazakî ye. Elêonore da ku Kurdiya xwe pêş bixe dixwaze di demeke nêzik li Herêma Kurdistanê bijî û li wir konseran jî bide.

Elêonore Fourniau yekem albûma xwe ya stranan bi civîneka rojnamevanî ya li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî da naskirin. Elêonore hunermendek Frensî ye lê ew bi stranbêjiya Kurdî nasyar e û yekem albûma xwe jî Kurdî belav dike.

Da ku hemû Kurd bikaribin xwe tê de bibînin navê albûmê jî daniye “Neynik” ku ji sê zaravayên Kurdî pêk tê.

Elêonore Fourniau ji K24ê re got: “Di albûmê de 12 stran hene. Awaza du ji wan ya min e. Stranekî gelêrî heye û stranên hunermendên wekî Seîd Gabarî û Seîd Ûsif hene. Stranên ku heta niha kesek negotine jî hene. Ji 12 stranan neh Kurmancî, du soranî yek jî zazakî ne.  

Pêvajoya amadekirina albûmê wisa hêsan nebûye wê ji Radyoya Êrîvanê heta stranên gelêrî lêkolîneke berfireh kiriye û sê salan ked daye “Neynikê.”

Elêonore Fourniau: “Di dema amedkirina vê albûmê de ez gihiştim gelek çavkaniyan. Min 500 stranên ko di Radyoyay Êrîvanê de belav bûne gohdar kirin û hilbijartina stranan gelek zehmet bû. Ji ber ko welatê Kurdan gelek mezin û dewlemend e min xwest cih bidin hemû rengên Kurdan di albûmê de.”

Di demekê de hin mûzîkjenên Kurd ji ber hincet û gazindên cûrbecûr behsa hiştina mûzîkê dikin ev hunermenda Frensî rijd e li ser berhmenîna Kurdî û girîng dibîne ku çanda dewlemend a Kurdan mayînde be.

Elêonore Fourniau: “Ji bo min ziman û mûzîka Kurdî girîng in û divê ev çand berdewam be û nemire. Divê hunermendên Kurd û biyanî jî kar ji bo mayîndebûna vê çandê bikin. Herwiha banga min a taybet bo Kurdan jî xwedî li çanda xwe ya dewlemend derkevin û bi zarokên xwe re Kurdî biaxifin.”

Gazindeka Elêonore Fourniau ji Kurdên Tirkiyeyê jî heye. Ji ber ku hevalên wê yên Kurd ên li Tirkiyeyê digel wê bi Tirkî diaxifin ew nekariya di asteka baş de fêrî Kurdî bibe. Lewma hez dike di demeka nêzik de biçe Herêma Kurdistanê bo Kurdiya xwe pêş bixe.