Li Diyarbekirê Newroz bi ahengeke girseyî tê pîrozkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê Newroz bi ahengeke girseyî, bi beşdariya bi hezaran kes û ala Kurdistanê û stranên kurdî tê pîrozkirin.

Qada Newroza Diyarbekirê bi rengên neteweyî yên Kurdî xemilîne. Ji demjimêrên sibehê ve welatî bi cilûbergên xwe yên neteweyî derketin qadê.

Îsal siyasetmedar Leyla Zana beşdarî merasîma Newroza Diyarbekir dibe ku di bin çavdêriya tund a hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê de tê lidarxistin.

Her wiha hat ragihandin ku Hevserokê Dem Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk DBPê Çigdem Kiliçgun Uçar û Parlamenterê Dem Partiyê yê Diyarbekirê Berdan Ozturk wekî siyasetmedar beşdarî Newroza Diyarbekirê dibin û hunermendên wekî Mîkaîl Aslan, Arhat, Faraj Alî Pour û Xezel Mistefa jî dê wekî hunermend li ser dika Newrozê cihê xwe bigirin.