Hanî nûtirîn strana xwe ya bi navê “Newroz” belav kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Stranbêja Kurd Hanî Muctehidî nûtirîn strana xwe ya bi navê “Newroz” li ser kanala xwe ya “Youtube” belav kir.

Stranbêjê Kurd Hanî Muctehidî îro 21ê Adarê li ser albûma xwe ya nû ji K24ê re ragihand: “Ev albûma min a herî dawî ye ku taybet bi Newrozê ye. Ev demek e ez li ser tomarkirina vê albûma nû dixebitim, hêvîdar im hezkiriyên min jê hez bikin.”

Hanî Muctehidî Got jî: “Gotinên stranê yên helbestvan Şêrko Bêkas ne û berhem, mîks û mastering jî ji aliyê Siyamend ve hatiye kirin.”

Hanî Muctehidî stranbêjeke Kurd a Rojhilatê Kurdistanê ye, heta niha çendîn stran belav kirine û berhema wê ya dawî jî bi navê Newroz e.