Leyla Zana: Em bi tekoşîna Mela Mistefa Barzanî bi hestên Kurdbûnê hesiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Siyasetmedara Kurd Leyla Zana gotarek li Newroza Diyarbekirê pêşkêş kir û tê de bang li destpêkirina pêvejoya aştiyê li hikûmeta Tirkiyeyê kir.

Ewên nasnameyan gihandina vê rojê, kesayetiyên dîrokî û hevdem in. Em mindarên Şêx Seîd, Seyid Riza, Qazî Mihemed, Seîdê Kurdî, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî ne. Ez hemûyan bi rêzdarî silav dikim.”

Herwiha Leyala Zana di beşeke din a gotara xwe de got: “Em bi tekoşîna Mela Mistefa Barzanî bi hestên Kurdbûnê hesiyan.”

Siyasetmedar Leyla Zana di dawiya peyama xwe pirs cemawerê ku li qada Newrozê kom bûne kir û got: “Hevalino, ez ê pirsekê ji we bikim, eger we got erê: Emê tev bi hev re kêfxweş û azad bibin. Xeta ku di sala 1993an de birêz Ocalan ku dest bi rê û rêbaza aştiyê kiribû, hûn amade ne ku ew careke din vebe?” Dema ku dengê “Erê” ji aliyê cemawerê Newrozê hat, Leyla Zana got: “Dengê we çû kesên vî welatî îdare dikin. Em hêvî dikin ku em hemû bi hev re piştî hilbijartinan riya aştiyê û azadiyê vekin.”