Bi biryara Serok Barzanî zêdetir ji 100 apartmanan ji bo ziyanpêketiyên lehiya Dihokê tên veqetandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî Parêzgariya Dihokê ragihand, li ser rasperdeya Serok Barzanî 117 apartman ji bo ziyandîtiyên lehiyê hatine veqetandin.

Jêderekî ji Parêzgariya Dihokê îro 21ê Adarê ji K24ê re ragihand, piştî lehiya di du rojên borî de li Dihokê, ku ziyaneke mezin gihandiye welatiyan, Serok Mesûd Barzanî biryar da ku ziyanpêketiyan bi 117 apartmanan qerebû bike.

Roja 19ê Adarê danê sibê pêleke baranbarînê bi ser parêzgehên Herêma Kurdistanê girt û bandora wê pêlê bi giranî li parêzgeha Dihokê bû. Li çend taxên bajêr 3 kes xeniqîne, av ket hijmareke malan û hin rê jî hatine girtin.

Ji aliyê xwe ve Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêwendiyeke telefonî bi Parêzgarê Dihokê Dr. Elî Teter re kir û got: “Ji bo parastina jiyana welatiyan çi pêwîst be, di zûtirîn dem de bê kirin.”