117 apartman li ser lêqewimiyên lehiya Dihokê hatin belavkirin

Merasîmên parvekirina apartmanan
Merasîmên parvekirina apartmanan

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Dihokê radigehîne, “Serok Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî berdewam bi peywendiyên tilefonî bi me re bûn, ji bo ku em bi zûtirîn dem alîkariya lêqewimiyên lehiya Dihokê bikin û her tiştekî pêdivî be em ji wan re bikin”.

îro (Pêncşem, 21.03.2024) di konfiranseke rojnamevanî de, bi amadebûna Nûnerê Serok Barzanî Mensûr Barzanî û Nûnerê Hikûmetê û Serokê Herêma Kurdistanê Parêzgerê Dihokê Elî Teter ragehand, “Bi biryara Serok Mesûd Barzanî, 117 apartman ji bo lêqewimiyên lehiya Dihokê hatin terxankirin”.

Parêzgerê Dihokê got, “Van çend rojan Serok Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî berdewam bi peywendiyên tilefonî bi me re bûn, ji bo ku em bi zûtirîn dem alîkariya lêqewimiyên lehiya Dihokê bikin û her tiştekî pêdivî be em ji wan re bikin”.

Elî Teter amaje jî da, “Di bernameya me de bû em Hişkeroyî çak bikin, ku nêzî 118 malan li ser lêvên wî akincî bûn û li derveyê masperpilanê bûn. Eger di nav masterpilanê de bin, hikûmet rêyê nade canê çi welatiyekî di metirsiyê de be. Niha jî bi biryara Serok Barzanî, lêqewimiyên lehiya Dihokê tên qerebûkirin. Herwesa bi biryara Serok Barzanî, li beranberî her xaniyekî apartmaneke nû ji bo her malekê hatiye dabînkirin”.

Navbirî eşkere jî kir, “Çi aliyekî peywendîdar çi tiştek dabîn nekiriye, niha tiştê ku heye tenê ji aliyê Serok Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hatiye dabînkirin û çi tiştekî din negehiştiye destê me”.

Serê sibeha roja Sêşemê, 19.03.2024, pêleke baranê ya dijwar parêzgehên Herêma Kurdistanê vegirtin ku bandora wê zêdetir li ser parêzgeha Dihokê bû. Ji ber wê baranê, li çend taxên wî bajarî lehî çê bû û çend malek têk dan, bi dehan erebe birin û hejmareke rêyan jî girtin.

Berdevkê Birêveberiya Giştî ya Bergiriya Şaristanî ya Parêzgeha Dihokê Bêwar Ebdulezîz ji K24ê re ragehand, “Ji ber wê lehiyê, sê kes xendiqîne û termên du ji wan hêşta nehatine dîtin”.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî her zû peywendî bi Parêzgerê Dihokê Elî Teter kir û daxwaz jê kir, “Her tiştekî pêdivî ji bo parastina welatiyan bi zûtirîn dem bikin”.