Parêzgerê Neynawayê hevxemiya û piştevaniya xwe ji bo lêqewimiyên lehiya Dihokê diyar dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeke Parêzgeha Neynawayê bi serokatiya Parêzgerê Neynawayê Ebdulqadie Dexîl serdana parêzgeha Dihokê kir û hevxemiya xwe ji bo lêqewimiyên lehiya Dihokê diyar kir û amadehiya xwe jî ji bo her alîkariyekê diyar kir.

Şandeke Parêzgeha Neynawayê bi serokatiya Parêzgerê Neynawayê Ebdulqadie Dexîl îro (Pêncşem, 21.03.2024) serdana bajarê Dihokê kir û ji aliyê Parêzgerê Dihokê Elî Teter û berpirsên îdarî yên Dihokê ve pêşwazî lê hat kirin.

Di konfiranseke rojnamevanî ya hevpar a her du parêzgehên Dihok û Neynawayê de, behsa ar,manca serdana wê şandê ji bo Dihokê hat kirin û hat ragehandin ku, ji bo diyarkirina hevxemî û piştevaniyê ji bo lêqewimiyên lehiya çend rojên borî ya bajarê Dihokê serdana parêzgeha Dihokê kiriye.

Parêzgerê Dihokê Elî Teter spasiya Parêzgerê Neynawayê kir ji bo diyarkirina hevxemiyê ji bo wê rûdanê û gehandina alîkariyan ji bo lêqewmiyan. Tekez jî kir ku Parêzgerê Neynawayê hemî amadekarî ji bo alîkarîkirina Parêzgeha Dihokê diyar kirine.

Parêzgerê Neynawayê Ebdulqadir Dexîl zêdebarî diyarkirina hevxemiyê ji bo qurbanî û lêqewmiyên wê lehiyê, amadehiya dezgehên Neynawayê ji bo alîkarîkirina xelk û îdareya Parêzgeha Dihokê ragehand û got, “Me berpirsyarîtiya xwe ya dîrokî bi cih anî û ji destpêkê wê rûdanê ve em bi parêzgerê Dihokê re li ser xetê bûn”.

Parêzgerê Neynawayê herwesa got, “Me û Dihokê wekî du parêzgehên cîran heq li ser yek heye û peywendiyeke bihêz di navbera me de heye. Tevî ku me ji ber kareseteke xwezayî ev serdan kiriye, lê em dê li paşerojê peywendî û hevahengiya navbera xwe zêdetir pêş bixin”.

Serê sibeha roja Sêşemê, 19.03.2024, pêleke baranê ya dijwar parêzgehên Herêma Kurdistanê vegirtin ku bandora wê zêdetir li ser parêzgeha Dihokê bû. Ji ber wê baranê, li çend taxên wî bajarî lehî çê bû û çend mal û dezgehên hikûmetê têk dan, bi dehan erebe birin û hejmareke rêyan jî girt.

Berdevkê Birêveberiya Giştî ya Bergiriya Şaristanî ya Parêzgeha Dihokê Bêwar Ebdulezîz jî ji K24ê re ragehand, “Ji ber wê lehiyê, sê kes xendiqîne û termên du ji wan hêşta nehatine dîtin”.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî her zû peywendî bi Parêzgerê Dihokê Elî Teter kir û daxwaz jê kir, “Her tiştekî pêdivî ji bo parastina welatiyan bi zûtirîn dem bikin”.