Serbest Lezgîn: Her ji destpêka lehiyê Serok Barzanî li ser xetê bû

Serbest Lezgîn
Serbest Lezgîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Mekteba Rêkxistinê ya PDKyê li Dihokê dibêje, “Serok Barzanî biryar da lêqewimiyên lehiyên Dihok û Zaxoyê bên qerebûkirin”.

Endamê Mekteba Siyasî û Berpirsê Mekteba Rêkxistinê ya PDKyê Serbest Lezgîn îro (Pêncşem, 21.03.2024) li Dihokê di kongireyekî rojnamevanî de ragehand, “Me bi rêya lijneyên taybetmend amara tevaya wan malbatan wergirtiye yên ku ji ber lehiyan zirar dîtine”.

Serbest Lezgîn herwesa tekez jî kir, “Her ji destpêka rûdana lehiyê, Serok Barzanî ji bo zanîna qebareya ziraran berdewam li ser xetê bû. Herwesa her ji destpêka lehiyê, Serok Barzanî biryar da lêqewimiyên wê bên qerebûkirin”.

Serê sibeha roja Sêşemê, 19.03.2024, pêleke baranê ya dijwar parêzgehên Herêma Kurdistanê vegirtin ku bandora wê zêdetir li ser parêzgeha Dihokê bû. Ji ber wê baranê, li çend taxên wî bajarî lehî çê bû û çend mal û dezgehên hikûmetê têk dan, bi dehan erebe birin û hejmareke rêyan jî girt.

Berdevkê Birêveberiya Giştî ya Bergiriya Şaristanî ya Parêzgeha Dihokê Bêwar Ebdulezîz jî ji K24ê re ragehand, “Ji ber wê lehiyê, sê kes xendiqîne û termên du ji wan hêşta nehatine dîtin”.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî her zû peywendî bi Parêzgerê Dihokê Elî Teter kir û daxwaz jê kir, “Her tiştekî pêdivî ji bo parastina welatiyan bi zûtirîn dem bikin”.