Şandeke Bilind a Lawên Kurdistanê gehişt Çînê

Navenda Nûçeyan (K24) - Sikirtêrê Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê radigehîne, “Şanda Lawên Kurdisatnê ku ji 17 kesan pêk hatiye bi navê Koma Lawên Kurdistanê li Çînê tevlî korseke pêşxistinê bû”.

Şandeke Bilind a Lawên Kurdistanê îro (Pêncşem, 21.03.2024) bi serperiştiya Sikirtêrê Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê Meyser Nihêlî û endametiya hejmareke kargêrên Mekteba Sikirtariyetê û çend lawên din ên rêkxistinên civaka medenî li deverên cuda cuda yên Kurdistanê bi serdanekê gehiştin Komara Çînê.

Sikirtêrê Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê got, “Şanda Lawên Kurdistanê, ku ji 17 kesan pêk hatiye, bi navê Koma Lawên Kurdistanê li Çînê tevlî korseke pêşxistinê bû, ku ji bilî Lawên Kurdistanê çend şanedên welatên Urdin, Libnan, Misir û Cezaîrê jî tevlî wê korsê bûne”.

Meyser Nihêlî amaje jî da, “Li destpêkê bi sirûda neteweyî ya Ey Reqîbê dest bi bernameyên wê korsê hat kirin û min gotarek pêşkêş kir, min hevxemiya xwe ji bo wê karesata xwezayî diyar kir a ku ji ber lehiyê li Dihok û Zaxoyê çê bûye, herwesa min sersala nû ya Kurdî li tevaya Kurdistaniyan û her Kurdekî li her dereka cîhanê pîroz kir”.

Navbirî herwesa eşkere jî kir, “Min bal kişand ser sinorê rastîn ê cografiya Kurdistanê ku ji Kurdistana mezin pêk tê, paşî min bi giringî ve behsa hejmara Kurdên derve kir, ku li piraniya welatên cîhanê hene û li gelek welatan pêgeh û roleke bibandor heye, hem di pêkvejiyanê de, hem jî di pêşxistina canê tebayî û heta digehe rolê wan di siyaset û birêvebirin û pêşxistina şaristaniya wan cihan de yên ku lê akincî ne”