Mihemed Îhsan: Kurdistan kilîla seqamgiriya Rojhilata Navîn e

Mihemed Îhsan
Mihemed Îhsan

Navenda Nûçeyan (K24) - Mamostayekî zanîngehê yê siyasetê li Londonê amajeyê dide, “Kurdistan kilîla seqamgiriya Rojhilata Navîn e lê Îran berovajî”. Herwesa dibêje, “Îran dixwaze PDKyê bixe jêr bandora xwe lê PDK qebûl nake”.

Mamostayê Zanîngehê li Londonê û Şarezayê Siyasetê Mihemed Îhsan îro (Pêncşem, 21.03.2024) taybet ji K24ê re ragehand, “Hejmareke sedeman heye ku Îran dixwaze desttêwerdanê di karûbarên navxwe yên hemî Îraqê de bike û bi rêya mezhebê Îşeyan biçe nav kûrahiya welatên Erebî”.

Mihemed Îhsan got, “Sedemeke din a desttêwerdan û baladestiya Îranê li Îraqê ji bo wan serkirde û kesatiyên Şîe vedigere yên ku li Îranê mezin bûne û perwerde bûne”.

Navbirî amaje jî da, “Sedema aborî û xasma ku Îraq ji aliyê aborî ve dewlemend e, wesa li Îranê kiriye ku hejmona xwe li ser siyaseta wî welatî bisepîne û çavê wê li saman û serwetê Îraqê be”.

Herwesa tekez kir, “PDK wekî mezintirîn hêz û aliyê siyasî yê Kurdî amade nîne biçe jêr hejmon û bandora Tehranê wekî çawa hindek hêzên din keftine jêr bandora wê, lewma Tehran bizavê dike givaştinan bixe ser PDKyê û wekî partiyên din bixe jêr hejmona xwe”.

Herwesa got, “Îran dixwaze hejmareke hêzên milîşyayî ji bo têkdana rewşê li Îraqê hebe, eger ev jî ji bo biçe serî, ber bi Erebistana Siûdiyê ve diçe û ji wê derê jî bo welatekî din heta armanca wê ji bo piraniya welatên Erebî vê veguhastin”.

Mihemed Îhsan dûr nabîne ku peywendî û serederiya niha ya Îranê bi Îraqê re bibe bingehek ji bo şerê çend salên bê yên Îranê li Rojhilata Navîn.

Ron jî kir, “Kurdistan kilîla seqamgiriya Rojhilata Navîn e lê Îran berovajî, seqamgiriyê li Îraq û Rojhilata Navîn naxwaze û dixwaze hejmona xwe bisepîne”.