Mamostayek: Mamostayên nerazî ecêndaya nehezên Herêma Kurdistanê bi cih tînin

Herêm Cemal
Herêm Cemal

Navenda Nûçeyan (K24) - Mamostayek amajeyê dide, “Ên ku li ser cadeya Seholeke ya Silêmaniyê şayî dikir ku qaşo êdî mûçe nayên paşxistin û biryara Dadgeha Federalî wekî xwe tê bicihanîn, niha em dipirsin: Ka mûçe?”.

Mamosta Herêm Cemal ji K24ê re ragehand, “Mamostayên nerazî hin caran bi navê tevaya mamostayên Herêma Kurdistanê diaxivin, ku bi rastî ev jî cihê nîgeraniya hejmareke zêde ya mamostayan e”.

Ew mamostayê bajarê Silêmaniyê got, “Cihê dilxweşiyê ye ku heftiya borî hejmareke mamostayan tevlî pirojeya Hejmara Min bû, lê destek di nav mamostayan de heye dixwaze rewşê ber bi xirabbûnê ve bibe, tevî ku ev desteya ku dixwaze têkdanê bike nûneriya tevaya mamostayên sinorê Silêmaniyê nake”.

Herêm Cemal amaje jî da, “Hin kes hene ku dixwazin têkdanê bikin, cade jî wan kesan baş nas dike, bi gotina hin aliyan ku hinek dest li pişt wan hene û tên paldan ji bo ku ecêndaya nehezan li dijî Herêma Kurdistanê bi cih bînin”.

Navbirî tekez jî kir, “Li paşerojê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê sermeşqa tevaya fermanberên Herêma Kurdistanê be û dê xewna hemî dijminan bingor bike, ji ber ku armanca dijminan ew e ku em careke din xwe bidin destê Bexdayê û hesta neteweyî li nav gelê me nemîne, dixwazin careke din welatê me pêşkêşî Heşda Şebî bê kirin”.

Herêm Cemal ron jî kir, “Ên ku li ser cadeya Seholeke ya Silêmaniyê şayî dikir ku qaşo êdî mûçe nayên paşxistin û biryara Dadgeha Federalî wekî xwe tê bicihanîn, niha em dipirsin: Ka mûçe? Piştî biryara Dadgeha Federalî bi 20 rojan, mûçexurên Herêma Kurdistanê hêşta mûçe wernegirtine”.

Navbirî li dawiyê got, “Ez hêvîdar im çi kes bi navê mamostayên nerazî cadeya Herêma Kurdistanê nekin du par”. Herwesa got, “Ew kes ne bi kongire û konfiransan nûnerên me ne, ne jî maf heye bi navê me biaxivin”.