Newal Mûsewî: Îran bi rêya wekîlên xwe Herêma Kurdistanê têk dide

Newal Mûsewî
Newal Mûsewî

Navenda Nûçeyan (K24) - Şirovekareke siyasî ya Bexdayê dibêje, “Ezmûna Herêma Kurdistanê ezmûneke serkeftî ye”. Herwesa dibêje, “Îran bi rêya wekîlên xwe li ser têkdana Herêma Kurdistanê kar dike”.

Şirovekara Siyasî ya Bexdayê Newal Mûsewî taybet ji K24ê re ragehnad, “Ezmûna Herêma Kurdistanê ezmûneke serkeftî ye û li ser astê deverê xwe wekî ezmûneke pêşkeftî selimandiye”.

Newal Mûsewî amaje jî da, “Ew ezmûna serkeftî bi berjewendiyên Îranê re nagunce, lewma Tehran bizavê dike ku Herêma Kurdistanê hêdî hêdî bihelîne û ji bo wê meremê jî Dadgeha Federalî bi kar tîne”.

Wê Şirovekara Siyasî ron jî kir, “Merema Îranê ew e ku Herêma Kurdistanê ji aliyê aborî ve lawaz bike, ji bo wê meremê jî wekîlên xwe bi kar tîne û givaştina aborî li ser wê çê kiriye”.

Navbiriyê eşkere jî kir, “Îran mil bi milê hêzeke Îraqî bizavê ji bo lawazkirina Herêma Kurdistanê dike û bi hev re li ser çêkirina givaştinan kar dikin”.

Newal Mûsewî tekez jî kir, “Îran bi awayên cuda cuda li ser têkdana peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê kar dike, xasma ku di dema borî de têbînî dihat kirin ku Hikûmeta Îraqê di peywendiyên xwe yên bi Hewlêrê re erênî ye, lewma Îran bi rêya wekîlên xwe wan peywendiyan têk dide”.