Umêd Xoşnaw: Hêza xêrê bi ser dikeve û xewnên nehezan bingor dibin

Umêd Xoşnaw
Umêd Xoşnaw

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Hewlêrê radigehîne, “Hêza xêrê bi ser dikeve û taliya dijexêrê jî wekî her car her şkestin e”.

Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw li ser tora civakî ya Xê di derheqa rewşa niha ya Herêma Kurdistanê de nivîsiye, “Ev demek e tevaya xelkê Kurdistanê hem bi dilgermî û hin caran jî di tirsê de dijî”.

Parêzgerê Hewlêrê herwesa amaje daye, “Rihên hêza xêrê di dilê axê re ne û ax jî meydana serkeftinên wê ye û gel jî hêvên û îlhamder û şahidê serkeftinên wê ye, lewma jî piştrast bin ku em serkeftî ne û dê her bi ser bikevin”.

Umêd Xoşnaw di pareke nivîsîna xwe de tekez kiriye, “Bawerdarên siyaseta Serok Barzanî, xasma partiyên bêhnfirehên siyasetê, piştrast bibin ku wekî her car serkeftî hûn in û dê di vê yariyê jî de bi ser bikevin, wekî çawa dîrok dibêje me, hikmeta Serokî û baweriya pûlayî ya partiyan bi wê dozê her car serkeftî bûne û dê her serkeftî bin”.

Navbirî li dawiyê jî got, “Hêza xêrê bi ser dikeve û taliya dijexêrê jî wekî her car her şkestin e, xewnên nehezan jî gelek hatin û gelek jî pê re bûn, nebûn rastî û birin bin gorê”.