Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê peyameke pîrozkirina Newrozê ji Serokê Herêma Kurdistanê re dişîne

Nêçîrvan Barzanî û Hakan Fîdan
Nêçîrvan Barzanî û Hakan Fîdan

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê bi merema pîrozkirina cejna Newrozê peyamekê pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê dike û tê de dibêje, “Ez ji dil cejna Newrozê li we pîroz dikim, ku sembola xweragirî, aştî û vejîna xwezayê ye”.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê di çarçoveya ragehnadinekê de amaje daye ku, peyameke pîrozkirinê ji aliyê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ve gehiştiye Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.

Wezîrê derve yê Tirkiyeyê di wê peyamê de ragehandiye, “Ez ji dil cejna Newrozê li we pîroz dikim, ku sembola xweragirî, aştî û vejîna xwezayê ye”.

Hakan Fîdan herwesa gotiye, “Newroz edetekî me yê kevin û hevpar e”.

Navbirî herwesa di peyama xwe de hêvî jî kiriye ku hevahengî û hevpariya navbera her du aliyan bihêztir bibe, pêxemetî aramî û aşiyê li deverê.