Salih Mutleg: Amerîka ne dagirker e

Salih Mutleg
Salih Mutleg

Navenda Nûçeyan (K24) - Siyasetmedarekî Sune yê Îraqê dibêje, “Amerîka ne dagirker e û em çi behaneyekê jî ji bo çêkirina dijminatiyê bi Civaka Navdewletî re nabînin”.

Siyasetmedarê diyar ê Suneyên Îraqê Salih Mutleg di çavpêkeftineke tilevizyonî de ragehand, “Amerîkayî bi awayekî xwebexş xizmeta Îraqê dikin û ne dagirker in”.

Cîgirê Serokwezîrê berê yê Îraqê û kesatiyê diyar ê Suneyan Salih Mutleg eşkere kir, “Derkeftina Amerîkayiyan yanî derkeftina Hevpeymaniya Navdewletî, em çi behaneyekê jî ji bo çêkirina dijminatiyê bi Civaka Navdewletî re nabînin, ji ber ku Amerîkayî xwebexş in û xizmeta Îraqê dikin û ne dagirker in”.

Salih Mutleg di derheqa rewşa Suneyan de jî amaje da, “Encamên hilbijartinên civatên parêzgehan veqetiyan li nav mala Suneyan çê kir û tiştê ku heye qeyrana berjewendiyan e ne ku serkirdetîkirin”.

Wezareta Derve ya Îraqê li roja 24.01.2024ê eşkere kiribû ku, Hikûmeta Amerîkayê bi rêya balyoza welatê xwe li Bexdayê Alina Romanowski nameyek arasteyî Hikûmeta Îraqê kir û paştir Ajansa Reutersê amaje da naveroka wê nameyê, ku girêdayî vekêşana Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê bû.

Pêştir jî Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê LIyod Austin ragehandibû ku, hêzên Amerîkayê li ser daxwaza Hikûmeta Îraqê û di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de li wî welatî ne û Amerîka li ser ewlehî û seqamgirî û serweriya Îraq û deverê pabend e.