Fermande Mensûr Barzanî serperiştiya helmeta pakijkirina Dihokê dike

Mensûr Barzanî
Mensûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandeyê Leşkeriyên Yek û Gulanê û Nûnerê Serok Barzanî Mensûr Barzanî serdana wan tax û cihên Dihokê dike yên ku ji ber lehiyan zirar dîtiye, herwesa bi awayekî meydanî bi zêdetirî 500 Pêşmergeyên xwebexş û zêdetirî 50 erebeyên serbazî re dest bi operasiyona pakijkirina bajarî dike.

Fermandeyê Leşkeriyên Yek û Gulanê û Nûnerê Serok Barzanî Mensûr Barzanî îro (Înî, 22.03.2024) serdana wan tax û cihên Dihokê kir ên ku ji ber lehiyan zirar dîtiye, herwesa bi awayekî meydanî bi zêdetirî 500 Pêşmergeyên xwebexş û zêdetirî 50 erebeyên serbazî re dest bi operasiyona pakijkirina bajarî dike.

Mensûr Barzanî di konfiranseke rojnamevanî de ragehand, “Duhî hejmareke apartmanan bi hejmareke malbatan hat dan ku ew tiştê herî giring bû. Qonaxa duyê ya qerebûkirinê li Dihok û Zaxoyê jî pakijkirina cade û kolanan ji bermayîkên lehiyê ye”. Herwesa got, “Em dê mal bi mal bigerin û ji bermayîkên lehiyê pakij bikin”.

Navbirî welatiyên zirardîtî piştrast kirin ku dê bên qerebûkirin. Tekez jî kir ku berî cejna Remezanê hemî welatiyên zirardîtî dê bên qerebûkirin.

Fermandeyê Leşkeriyên Yek û Gulanê û Nûnerê Serok Barzanî got, “Em hatine perwerdekirin ku xizmetkarên gelê xwe bin”. Herwesa amaje da gotineka Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî ku ew xizmetkarên xelkî ne, ne ku axa û kwêxa ne. Herwesa got ku dê li ser operasiyona pakijkirina cade û kolan û malan û tevaya cihên ku zirar dîtine berdewam bin.

Mensûr Barzanî tekez jî kir, Serok Barzanî ew raspartine ku xizmeta tevaya xelkê Herêma Kurdistanê bikin, her ji Zaxoyê heta Xaneqînê û li her cihekê pêdivîtî hebe.

Navbirî herwesa ragehand, “Berpirsyarîtî yanî xizmetkirin, ji bo wê meremê jî 500 Pêşmerge ji Fermandeyên Leşkeriyên Yek û Gulanê û Firqeya Rojê, 50 Pêşmergeyên jîngehê û 200 Pêşmergeyên zêrevanên sinoran tevlî helmeta pakijkirina Dihok û Zaxo û deverên derdorên wan bûne û heta bajarî bi temamî pakij dikin dê li ser operasiyona xwe berdewam bin”.

Fermandeyê Leşkeriyên Yek û Gulanê û Nûnerê Serok Barzanî Mensûr Barzanî duhî (Pêncşem, 21.03.2024) di konfiranseke rojnamevanî de ragehand, “Her tiştekî pêdivî em dê ji xelkê xwe re bikin û em dê hemî pêdivîtiyên wan dabîn bikin”.

Nûnerê Serok Barzanî got, “Hemî kes û malbatên ku ji ber lehiyan zirar dîtine dê bên qerebûkirin”.

Mensûr Barzanî herwesa got, “Em sozê didin ku em dê di demeke kêm de hemî lêqewimiyan qerebû bikin”.

Her duhî (Pêncşem, 21.03.2024) di konfiranseke rojnamevanî de, bi amadebûna Nûnerê Serok Barzanî Mensûr Barzanî û Nûnerê Hikûmetê û Serokê Herêma Kurdistanê Parêzgerê Dihokê Elî Teter ragehand, “Bi biryara Serok Mesûd Barzanî, 117 apartman ji bo lêqewimiyên lehiya Dihokê hatin terxankirin”.

Parêzgerê Dihokê got, “Van çend rojan Serok Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî berdewam bi peywendiyên tilefonî bi me re bûn, ji bo ku em bi zûtirîn dem alîkariya lêqewimiyên lehiya Dihokê bikin û her tiştekî pêdivî be em ji wan re bikin”.