Malikî: Çi hêzeke siyasî hizir di piştguhxistina Kurdan de nake

Nûrî Malikî
Nûrî Malikî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê radigehîne, “Pêdivî ye qanûna petrol û gazê li Îraqê bê derxistin, ji bo ku maf bên parvekirin û ew duberekiyên her sal di budceyê de dubare dibin bên bidawîanînên.

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî di çavpêkeftineke tilevizyonî de tekez kir, “Pabendbûna bi destûrî dana mafan bi xwediyên wan li Îraqê gerentî dike, ne hikûmet ne jî çi hêzeke siyasî hizir di di piştguhxistina Kurdan û hişkkirina çavkaniya dahata wan de nake”.

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê herwesa got, “Pareke sedema destdirêjiyên li ser serweriya Îraqê rijêma herifandî ya Îraqê ye”.

Malikî amaje jî da, “Em hilbijartinên pêşwext red nakin. Eger hilbijartin bên kirin, em dê tevlî wan bibin. Lê em sîstema pirbazineyî red dikin ji ber ku bi hevsengiya pêkhata akinciyên Îraqê re nagunce”.

Navbirî herwesa got, “Arêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê li van nêzîkan çare dibin”.

Duberekiyên siyasî, îdarî û aborî yên navbera Bexda û Hewlêrê heta niha jî berdewam in, herwesa hikûmetên yek li dû yekê yên Îraqê berdewam bizavê dikin bi rêya wan arêşeyan pêgeha Herêma Kurdistanê lawaz bikin.

Bexda budce û mûçeyan wekî karteke givaştinê li dijî Herêma Kurdistanê bi kar tîne, Herêma Kurdistanê jî berdewam pabendiya xwe li ser destûr û qanûnan tekez dike.