Doza malbata Dihokî tê paşxistin

Doza malbata Dihokî tê paşxistin
Doza malbata Dihokî tê paşxistin

Diyarbekir (K24) - Doza Malbata Dihokî ku li nêzîkî Nisêbîna Mêrdînê hatibûn qetilkirin bo 13ê Hezîranê hat paşxistin, ku di dozê de 2 kes girtî û 2 kes jî bi awayeke serbest tên darizandin.

Li Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê runiştina 4. a doza malbata Dihokî ya ku li nêzîkî Nisêbînê hatibûn qetilkirin hat rêvebirin. Di dozê de 4 kes tên darizandin û 2 kesên bi navê Faris Akseven û Abdullah Kaplan bi awayê girtî û 2 kesên bi navê Murat Yîgît û Îbrahîm Dogan jî bi awayeke serbest tên darizandin.

Di îddanameya dozgerê dozê de bo Faris Akseven, Abdullah Kaplan û Murat Yîgît sizayê heta hetayî yê giran dixwaze û bo Îbrahîn Dogan jî navbera 5 û 12 salan de siza tê xwestin. Farîs Akseven û Abdullah Kaplan bi rêya înternetê beşdarî runiştina 4. bûn û amajekirin ku ew parastina xwe ya berê dubare dikin. Hat zanîn ku ji bo temamkirina kêmasiyan dozê bo 1ê Hezîranê hatiye taloqkirin.

Di 19ê Rêbendana sala borî de otombêla malbateke ji Dihokê bi rê ketibû û diçû Diyarbekirê ku nêzîkî Nisêbînê hatibû rawestandin û 5 kesên di otombêlê de yên bi navê Hindreen Abdullah Salih (39), Waheda Haedar Jasim (63) , Abdullah Saleh Mustafa (69) , Chiman Shaheen Khalid (75) û Ahmed Jalaladeen Îbrahîm (45) hatibûn kuştin.

Kujerên wê malbatê dibêjin ku wan ji ber şelandinê ew kuştin kirine lê xizmên malbatê bawerî pê naynin ku ew qetilkirin bo pereyan hatibe kirin û malbat balê dikêşe gelek nîşane hene ku ne ji ber pereyan hatibe kirin.