DAIŞê berpirsiyariya êrîşa li Moskoyê girt ser xwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsên ewlehiyê yên Rûsyayê ragihandin, di êrîşa li ser avahiyeke bazirganî li Moskoyê de, zêdetirî 60 kesan hatine kuştin û 115 kesên din jî birîndar bûne. Piştre jî DAIŞê berpirsiyariya êrîşê girt ser xwe.

Çekdaran êvara Înê (22.03.2024) êrîşî avahiyeke bazirganî “Crocus City” ya nêzîkî Moskoyê kirin. Li gor amarên destpêkê zêdetirî 60 kes hatine kuştin û 115 kes jî birîndar bûne.

Wezîrê Tenduristiyê Mikhail Morashko diyar kir, 115 kes rakirine nexweşxaneyan, ji wan 5 zarok û 60 ciwan in, rewşa yekî ji wan giran e.

Ajansa (AFP) belav kir, hêzên ewlekarî yên Rûsî di lêgerîna li çekdaran di wê avahiyê de berdewam in, lê ne diyar e ka ew di avahiya ku êrîşî wan kir de mane, yan na.

Parêzgarê Moskoyê Andrey Furobiov îro Şemiyê da zanîn, agir hatiye kontrolkirin û hejmarek welatî hatine rizgarkirin.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand, komîteyek ji bo lêkolînkirina êrîşa bi xwîn hatiye avakirin.

Piştî êrîşê DAIŞê di daxuyaniyekê de li ser malpera xwe ya tora civakî “Telegram” belav kir, berpirsiyariya êrîşê girt ser xwe û ragihand, çekdarêbn wan êrîşî kombûneke mezin li derdora Moskoyê kirin û bi silametî vegeriyan.