PWK: Divê hemû aliyên kurdî di pêvajoya çareseriyê de cih bigirin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Siyasetmedara Kurd Leyla Zana ku di siyaseta Bakurê Kurdistanê de xwedî roleke girîng tê dîtin, piştî 8 salan vegeriya nav siyasetê û li Newroza Diyarbekirê banga agirbest û pêvajoya çareseriya pirsa Kurd kir. Siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê, banga Leyla Zana di cih de dît lê bi şertê ku vê carê hemû aliyên pêwendîdar bên beşdarkirin.

Parlamentera berê ya HDPê Leyla Zana ku daxuyaniyên wê ji aliyê qada civakî û siyasî ve bi baldarî tên şopandin, dilmayîn û şikestinên xwe da aliyekî û piştî 8 salan li ser dika Newroza Diyarbekirê, banga agirbest û pêvajoya çareseriya pirsa Kurd kir. Rêveberên Partiya Welatparêzên Kurdistanê PWKê, banga Leyla Zana di cih de dît lê bi van şert û mercan:

Rêveberê di PWKê de Hanîfî Tûran ji K24ê re got: “Divê ku hevdîtin di navbera partiyên siyasî, gelê Kurd, saziyên sivîl û nûnerên civaka Kurd de çêbibe. Divê Kurd hemû li aliyekê rûnin û Dewleta Tirk jî aliyê din rûne û li ser mafên gelê Kurd ên bingehîn jî bê lihevkirin. Di serî de divê Dewleta Tirk li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, azadiya fikir û ramanê bi pêş ve bibe.”

Di siyaseta Bakurê Kurdistanê de daxwaza bingehîn û sereke ya gelê Kurd ew e ku maf û azadiyên wan di makezagona Tirkiyeyê de werin bicihkirin, maf û azadiyên xwe yên rewa bi dest bixin û wekî gelên cîhanê di nav wekheviyê de bijîn. Ji ber vê jî banga Leyla Zana ya ku bi beşdarên Newrozê da erêkirin, ji aliyê rêveberên Partiya Sosyalîst a Kurdistanê PSKê ve jî bi awayekî erênî hat nirxandin.

Cîgirê Serokê Giştî yê PSKê Hasan Dagtekîn dibêje: “Divê dewlet di warê demokrasiyê de nermahiyek nîşan bide. Em dibînin ku di qada siyasetê de nermahî tuneye. Zext li gel dike, zext li Kurdan dike, zext li tevahiya civakê dike ku li hemberî wî bin û wî rexne bikin. Wiha nabe. Pêvajo wisa nabe. Divê tu rêya nermahiyê vekî û dan û stendinan bikî.”

Pêvajoya çareseriya pirsa Kurd, di dîroka Komara Tirkiyeyê de cara yekem di navbera salên 2013 û 2015an de derbasî qeydên fermî bûbû. Niha jî çav li rê ne ku piştî hilbijartinên şaredariyan gavên nû werin havêtin û pêvajo car din dest pê bike.