Li Tirkiye û Bakurê Kurdstanê hejmara xswendekarên zankoyan kêm dibin

kurdistan24.net

Enqere (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdstanê di salên dawî de bi milyonan ciwanan dev ji xwandina zankoyan berdeya û hejmara ciwanên ku dixwazin bikevin ezmûnên zankoyan kêm dibin. Bi bûçûna xwandekaran gellek sedem hene ew ji zankoyan dûr bikevin. Pispor û dê û bav jî wek sedem rewşa heyî ya aborî û polîtîkayên xelet yên hikûmetê dibinin.

Li gorî Rapora Nirxên Nîşandêr ya ji aliyê Lijneya Perwerdehiya Bilind YÖK ve hatî amadekirin, di navbera 2017 û 2023’an bi piranî li bajarên wek Stenbol, Enqere, Îzmîr, Antalya, Diyarbekir û Dîlokê 2 milyon û 300 hezar xwendekarên ku li zanîngehên wan bajaran dixwînin dev ji zanîngehê berdan. Li gel vê yekê di sala 2023an de 3 milyon 600 hezar xwandekaran serî li ezmûna ketina zankoyan daye ev hejmar di sala 2024an de daketiye 3 milyon kesî. Bi boçûna ciwanên ku emrê wan bi xwandinê ve derbas dibe gellke sedemên serekî hene ku ew dev ji zankoyan berdin.

Xwndekarê Zankoyê Selçûk Yalin: Li derdora min gellek kes hene ku dev ji zankoyê berdane. Ji ber ku bawer nakin ku dê piştî zankoyê kar peyda bikin. Gellek hevalên min ji bo ku biçin ewropa dev ji zankoyê berdan. Herwiha Kêmasiya wargehan û bûrsan, zêdebûne nirxê kirêyan xwandekaran ditirsîne. Li gel vê yekê xwarinên ku di zankoyan de tê dayîn jî ji sedî 150-200 zêde bûne. Xwandekarî jî nema dizanê dê çibikin û dev ji xwandinê berdidin.

Pispor û dê û bav jî ji kualitiya perwerdehiya li zankoyan de tên dayîn bi gazinc in û ciwana mafdar dibinin ku dev ji zankoyê berdidin.

Pisporê Perwerdehiyê Nûrdal Ozdemîr: Ji ber polîtîkayên xelet yên hikûmetê ku derbarê perwerdehiyê de karîger kirine zirar daye perwerdehiyê. Her hikûmeta tê ser kar polîtîkayeke cuda li ser perwerdehiyê ferz dike. Her sal rêgezên ezmûna zankoyan diguhere û naveroka dersên zankoyan hatiye walakirin. Herwiha hikûmet ji bo ku pêşiya çûna ciwanên me bo ewropa bigre tiştekî nake. Ber vê çendê ciwan ji zankoyan sar bûne.

Welatî Bayram Dogan: Beriya her tiştî ji ber rewşa aborî ciwanên me dev ji zankoyan berdidin û diçin dixebitin. Li Trkiyê di kerta xwandinê de hertiş gellek biha ye em dê û bav jî nikarin zarokên xwe bi rehetî rêkin zankoyan. Di salên dawî de perwerdehiya kul i xankoyan tê dayîn jî nebaş e û zarokên me ji perwerdehia zankoyan sûd jê vernagrin.

Herwiha li gorî daneyên fermî yên saziya amaran ya Tirkiyê TUÎKê hejmara bêkarên ku zanko xwandine milyonek û 100 hezar e. Hejmara ciwanên di navbera 15-24 saliyê de ne di tu kar û perwerdehiyê de nînin jî 3 milyon û 500 hezar kese.