Li Efrînê Cejna Newrozê bi alaya Kurdistanê û govend û stranên neteweyî hat pîrozkirin

Dîmenek ji Newroza Efrînê
Dîmenek ji Newroza Efrînê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Efrînê ahenga Newrozê bi alaya Kurdistanê û govend û stranên neteweyî hat kirin û Efrîniyan hêvî xwestin ku sala nû saleke xweşî û aramiyê be ji bo tevahiya kurdan li her devereke cîhanê.

Çalakvanekî Efrînê ji K24ê re got, li Efrînê li gelek gund û cihan ahenga Newrozê hat kirin, yên her mezin jî li bajarokê Cindirêsê û li ber gola Meydankê bû û xelk ji hemû gundan berê xwe dabûn wan ahengan.

Amaje bi wê jî da, ahenga Newrozê bi alaya Kurdistanê, sirûda neteweyî û bi govend û dîlanên kurdî hat gerand û hejmarek ji komên folklorî semayên xwe yên taybet pêşandan.

Efrîn ku ji sala 2018 ve ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ve hatiye dagîrkirin, bi berdewamî astengî ji kurdan re çêkirine da bi xweşî Newroza xwe nekin, lê çendîn zehmetî û fişar hebin jî, kurd her agirê xwe yê Newrozê vêdixin û vê roja wek simbola Azadiyê pîroz dikin.

Newroza Efrînê
Newroza Efrînê
Newroza Efrînê
Newroza Efrînê
Newroza Efrînê
Newroza Efrînê