Serok Barzanî êrîşa terorîstî ya li Moskoyê şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 23ê Adarê li hejmara xwe ya fermî ya tora civakî “X” peyamek derbarê êrîşa terorîstî ya şeva borî li Moskowê belav kir û tê de ev êrîş şermezar kirin.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Em êrîşa terorîstî ya şeva borî ya li Moskoyê ku sivîlên bêguneh kiriye armanc, bi tundî şermezar dikin.”

Serok Barzanî herwiha got: “Ez sersaxiyê ji malbat û kesûkarên qurbaniyan re dixwazim û xwe bi hevxemê gel û hikûmeta Rûsyayê dizanin.”

Duhî danê êvarê Înê êrîşek li avahiyeke bazirganî “Crocus City” ya nêzîkî Moskoyê hate kirin. Li gor amaran jî, zêdetirî 60 kes hatine kuştin û 115 kes jî birîndar bûne.

Piştî êrîşê DAIŞê di daxuyaniyekê de li ser malpera xwe ya tora civakî “Telegram” belav kir, berpirsiyariya êrîşê girt ser xwe.