Li Stenbolê pêşengeha matoran bi beşdariya 300 birandan hat vekirin

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Li bajarê Stenbolê pêşengeha herî mezin a matoran a Tirkiyeyê bir ê ve diçe û 300 birandên matoran berhemên xwe di wê pêşengehê de didin naskirin. Bi hezaran heyranên matoran jî berê xwe didin pêşengehê û modelên herî nû yên matoran nas dikin. Ev pêşengeh di demekê de tê kirin ku sala borî nêzikê milyonek mator li hatinçûna Tirkiyeyê zêde bûbûn û nûnerên kerte matoran ji paşaroja karê xwe geşbîn in.

300 birandên matoran li Stenbolê di mezintirîn Pêşengeha Matoron a Tirkiyeyê de berhemên xwe yên herî nû dan naskirin. Pêşengeha “Motobike Stenbol 2024” di demekê de tê kirin ku li gor sala borî nêzikê milyonek mator li hatinçûna Tirkiyeyê zêde bûbûn.

Li gor nûnerên kertê matoran, îzdihama hatinçûnê ya li nav bajarên mezin û pirsgirêka parkkirina otombîlan daxwaza li ser matoran zêdetir dike û di cîhana niha ya bilez de kertê matoran dê her pêşvetir biçe.

Nûnerê Kompanyayekî Matoran Levent Gûrcan: “Li Tirkiyeyê kertê matoran gelek geş û mezin dibe. Ji ber ko êdî xelk ji pirsgirêka hatinçûnê gelek bêzar bûne. Mator jî çareseriyeka ciddî ye bo izdihama hatinçûnê û pirsgirêka parkkirina otomobîlan. Mator jiyana mirovan hêsan dike û ji aliyê aborî ve jî gûncavtir e. Herwiha piştî coronayê mator zêdetir cihê xwe girt di nava civakê de.”

Îsal ji hemû salan zêdetir xelk beşdarê pêşengehê bûn û ne tenê welatiyên li Stenbolê ji bajarên gelek dûr jî heyranên matoran berê xwe dabûn pêşengehê.

Matorhez: “Em ji bajarokê Keşanê hatin vir. Dema em ketin nav pêşengehê gelek kelecen bûn bi rastî. Em dibînin ku beşdariyeke berfireh heye. Birandên cûrbercûr hatine îsal. Ev e jî me keyfxweş dike.”

Matorhez: “Pêşnegeha îsal li gor par gelek çalak û serkeftî ye. Qelebalixtir û mezintir bûye. Karekî baş kirine. Digel ku niha nava hefteyê çend qelebalix e. Ez qelebalixiya dawiya hefteyê nikarim pêşbînî bikim. Ji ber ku dê ji gelek bajaran gelek kes bên vir.”

Di van salên dawî de wekî otonobîlên bikahreba, matorên bikahreba jî di bala matorhezan de bû. Pêşengeh dê roja Şemiyê dawî were. Sala borî 126 hezar kes beşdar bûbûn û tê çaverêkirin ku îsal ev hejmar bibe 150 hezar.