Serokwezîr Mesrûr Barzanî êrîşa terorîstî ya li Moskoyê şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrîşa li Moskoyê şermezar kir û hevxemiya xwe ligel ligel malbatên qurbaniyan, birîndaran, gel û hikûmeta Rûsyayê ragihand.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 23ê Adarê li hejmara xwe ya fermî ya tora civakî “X” peyamek derbarê êrîşa terorîstî ya şeva borî li Moskowê belav kir û tê de ev êrîş şermezar kirin.

Ez êrîşa terorîstî ya şeva borî ya li Moskoyê bi tundî şermezar dikim. Di vê dema dijwar de hevxem im ligel malbatên qurbaniyan, birîndaran, gel û hikûmeta Rûsyayê.”

Duhî danê êvarê Înê êrîşek li avahiyeke bazirganî “Crocus City” ya nêzîkî Moskoyê hate kirin. Li gor amaran jî, zêdetirî 60 kes hatine kuştin û 115 kes jî birîndar bûne.

Piştî êrîşê DAIŞê di daxuyaniyekê de li ser malpera xwe ya tora civakî “Telegram” belav kir, berpirsiyariya êrîşê girt ser xwe.