Save the Children: Zêdetir ji 6 hezar zarokan li kampên Hol û Roj di şert û mercên xerab de dimînin

Kampa Holê
Kampa Holê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî rêxistina “Save the Children”, zêdetir ji 6 hezar zarokên malbatên DAIŞê li kampên Rojavayê Kurdistanê di şert û mercên xerab de dijîn.

Rêxistina “Save the Children” di salvegera rizgarkirina bajarokê Baxoz a Dêrazorê de, ku dawî bajarokê ku di destê DAIŞê de bû li Sûriyê, raporek belav kir û tê de ragihand, piştî derbasbûna 6 salan di ser derxistina Baxozê ji destê DAIŞê, 6160 zarokên malbatên DAIŞê yên ji regezên cuda li kampên Hol û Roj di şert û mercên xerab de dijîn.

Li gorî wê rêxistinê, ji sedî 70 ji rûniştvanên van kampan, temenê wan di bin 12 saliyê re ne û li gorî salên borî, proseyên derxistan û wergirtina wan ji aliyê welatên wan ve %50 kêm bûye.

Diyar kir jî, ji destpêka sala 2024an ve, tenê Kirgizistanê 99 welatî vegerandine welatê xwe, ku ji wan 72 zarok û 27 jin bûn.

Rêxistinê di derbarê rewşa zarokan de hişyarî da û got, ev zarok di şert û mercên zehmet de dijîn, herwiha derûniya wan têkçûyî ye û ji her tiştî bêpar mane û pêwîstiya wan bi alîkarî û parastinê heye.

Kampa Holê dikeve başûrê bajarokê Holê yê ser bi parêzgeha Hesekê û dora 56 hezar kes ji zêdetir ji 60 welatan li dimînin. Kampa Roj jî li rojavayê bajarokê Dêrikê ye û dora 2500 jin û zarokên DAIŞê lê dimînin.

Rêvebiriya xweser dibêje rewşa van malbatan pêwîstiya wan destêwerdaneke navdewletî ye heye û bang li welatên cihanê dike, ta ku welatiyên xwe ji kampan vegerînin welatên xwe.