Li Rihayê zarokek li ber avê çû

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Rihayê ji 4 zarokên ku li ber avê çûn, 3 ji wan hatin xilaskirin û zarokek jî winda bû.

Li gor agahiyan, duhî li nêzîkî navçeya Kaniya Xezala a ser bi Rihayê ve, 4 zarokên ku temenên wan 10-11 salî bûn, li be çemê Circipê çêlekên xwe diçêrandin, lê av çem rabû û zarok li ber avê çûn.

Li ser agahdariyê welatî bi hawaran wan ve çûn. Zarokak ji wan bi hewldana xwe ji çemî derket.

Dayîka zarokekî jî ji bo xelaskirina zarokan kete nava avê de. Li dawiyê ew dayîk û 2 zarok ji aliyê welatiyan we hatin xilaskirin. Lê zarokekî 11 salî li ber avê çû û winda bû.

Lêgerîna li wî zarokî ji aliyê tîmên taybet û welatiyan we berdewam dike.