Di xwepêşandanên Îranê de zêdetir ji 120 ciwanan hatin korkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Mafên Mirov li Zanîngeha Berkeley li Kalîforniyayê raporta xwe ya dawî derbarê rewşa mafên mirovan li Îranê belav kir û diyar kir, di çarçoveya tepeserkirina xwepêşandanên sala 2022ê de ji aliyê rejîma Îranê ve, zêdetirî 120 xwepêşanderan çavên xwe ji dest dane yan jî çavekî wan hatiye kor kirin.

Li gorî lêkolînên zanîngehê, ew ciwan ji aliyê hêzên Îranê ve bi tifek û gaza rondikrêj hatine korkirin. Piraniya wan xwendekarên bin 30 salî bûn, di nav wan de keçeke pênc salî ku ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê ve hatiye korkirin ku ji balkona xwe li xwepêşandanan temaşe dikir.

Herwiha Komisyona lêkolînê ya li ser binpêkirina mafên mirovan a Encûmena Asayişa Navdewletî hefteya borî li Cenevê Komara Îslamî ya Îranê bi tawanên li dijî mirovahiyê tawanbar kir û ragihand, wê di dema xwepêşandanan de bi pêkanîna tawanên li dijî mirovahiyê, mafên mirovan binpê kiriye.

Roja 13ê Îlona 2022an, keça Kurd a ji Seqizê Jîna Emînî ligel malbata xwe serdana Tehranê kiribû. Jîna wê rojê ji aliyê Polîsê Ewlehiya Civakî ya Tehranê ve bi tometa “guhnedana hîcabê” hatibû girtin. Piştî ku li rêveberiya polîsan rewşa wî xirab bûbû, rakirin nexweşxaneyê. Jîna piştî 3 rojan li nexweşxaneyê koça dawî kir û roja 17ê Îlonê li goristana Seqizê hat veşartin.

Piştî koça dawî ya Jîna Emînî, li vî welatî xwepêşandan derketin û bi sedan kes hatin kuştin û birîndarkirin û bi hezaran kes hatin girtin.

Rêxistinên mafên mirovan gotin ku zêdetirî 500 kes di dema xwepêşandanan de hatin kuştin, ku 71 ji wan biçûk bûn, bi sedan birîndar bûn û bi hezaran kes jî hatin girtin.