Amerîka: Rola Rûsyayê ya parastina rêjîma Esed karê Komîteya Destûrê asteng dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozxaneya Amerîka li Şamê radgihîne, rola Rûsyayê ya parastina rêjîma Esed karê Komîteya Destûrê asteng dike ku ev gava yekem a ber bi çareseriyeke siyasî li gorî biryara 2254 e.

Balyozxaneya Amerîka li Şamê îro 24ê Adarê di daxuyaniyekê de ragihand, “Di dema ku cîhan Roja Navdewletî ya Rastiyê derbarê Binpêkirinên Mafên Mirovan pîroz dike, Dewletên Yekbûyî piştgirî dide hewla Sûriyan ji bo cibicîkirina berpirsiyarî û dadmendiyê.”

Balyozxaneya Amerîka li Şamê got jî: “Em rola Rûsyayê ya berdewam di parastina rêjîma Esed ji berpirsiyariya binpêkirinên wê yên mezin ên mafên mirovan, şermezar dikin ku ev yek karê Komîteya Destûrê asteng dike, ku ev gava yekem a ber bi çareseriyeke siyasî li gorî biryara 2254 ya Encûmena Asayişa Navdewletî ye.”

Herwiha diyar kir: “Rûsiya berdewam e li ser belavkirina zanyariyên derew û propagendeyan ji bo şêwendina dengê qurbaniyên tawankariyan li Sûriyê û astengkirina hewildanên ji bo çareserkirina binpêkirinên berdewam, herî dawî jî deng li dijî damezrandina Saziya Neteweyên Yekgirtî ya Serbixwe bo Kesên Winda li Sûriyê da, ku taybet bû bi eşkerekirina çarenivîsa bêtirî 155 hezar kesên winda.”

Di dawiya 2018an de li Kongreya Gotûbêja Niştimanî ya Sûriyê li bajarê Sochî ya Rûsyayê li ser pêkanîna Komîta Destûrê hat lihevkirin û yekem civîna wê komîteyê roja 30î Cotmeha 2019an hat lidarxistin.

Komîteya Destûrê ji 150 kesî ji aliyên rêjîma Sûriyê, opozîsyona Sûriyê û civaka sivîl pêk tê. Piştre komîta biçûk ji 45 kesan hat avakirin ji bo destûrekê amade bikin ku di dawiyê de dengdan li ser were kirin.

Şanderê Navdewletî bo Sûriyê Geir Pedersen di 16ê Tîrmeha 2022an de ragihand ku gera nehan a civînên Komîteya Destûrî di roja xwe ya diyarkirî de ku biryar bû di dawiya heman mehê de be, nayê lidarxistin, ji ber ku rêjîma Sûriyê Swîsrayê bi “nebêalîbûnê” tawanbar dike.