Parêzgerê Hewlêrê di berjewendiya dikandarên sûka Lengeyê de biryarekê derdixe

Umêd Xoşnaw
Umêd Xoşnaw

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Hewlêrê biryara lêborînê ji bo kirêya salane û risûmatên bermayîkan ji bo dikanên sûka Lengeyê, ku ji ber rûdana şewatê zirar gehiştiye wan, ji bo dema şeş mehan dipejirîne.

Ragehandina Parêzgeha Hewlêrê îro (Yekşem, 24.03.2024) belav kiriye, “Piştî ku li roja 27.02.2024ê agirekî mezin berbû sûka Lengeyê ya bajarê Hewlêrê û zirar gehand 166 dikanên wê sûkê, di rûniştina hejmar 10 a Civata Şaredariya Hewlêrê de li roja 06.03.2024ê, li ser alîkariyên zirardîtiyên wê sûkê biryar hat dan ku lêborîn ji bo kirêya salane û risûmatên bermayîkan ji bo dikanên sûka Lengeyê, ku girêbest bi Serokatiya Şaredariya Hewlêrê re hene û ji ber rûdana şewatê zirar gehiştiye wan, ji bo dema şeş mehan bê pejirandin”.

Di wê ragehandinê de hatiye, “Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro (Yekşem, 24.03.2024) ew biryar pejirand û ji îro ve ew biryar ji aliyê Pişka Jimêryarî û Dahat û Girêbestan ve tê bicihanîn”.