Welatiyên Silêmaniyê pirojeya Hejmara Min giring dibînin

Silêmanî (K24) - Welatiyên bajarê Silêmaniyê pirojeya Hejmara Min wekî pirojeyeke giring û destkeftiyekê ji bo Herêma Kurdistanê dibînin, heta niha jî rêkarên pirojeya Hejmara Min li parêzgeha Silêmaniyê ji bo zêdetirî 19 hezar fermanberan hatine temamkirin.

Hejmareke welatiyên Silêmaniyê ji K24ê re ragehand, “Pirojeya Hejmara Min destkeftiyeke neteweyî ye û girêdayî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û çi kes û alî xwediyên wê nînin, herwesa ev piroje ji bo gelê Kurd cihê serbilindiyê ye”.

Yek ji pêngavên Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kêmkirina rotîniyan li tevaya navendên hikûmî û kertê taybet e, pêxemetî hêsankariyan ji bo karûbarên welatiyan. Bi bicihanîna vê pirojeyê jî, nebûna pereyê kaş tê çarekirin.

Mamostayê Zanîngehê Xalid Heyder ji aliyê xwe ve ji K24ê re got, “Serederîkirina bi pereyê kaş metirsî heye ji ber ku gelek caran pereyê sexte tê de heye, bi rêya bikaranîna hejmarên bankan ew arêşe namîne, herwesa bi rêya wê hejmarê welatî dikarin feydeyî ji hejamreke xizmetkariyên serdem werbigirin”.

Pirojeya Hejmara Min berdewam e û heta niha li parêzgeha Silêmaniyê zêdetirî 19 hezar fermanberan navên xwe di wê pirojeyê de tomar kirine.