Myles B. Caggins: Hinardenekirina petrola Herêma Kurdistanê hevsengiya bazara cîhanî ya petrolê têk daye

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Komeleya Pîşesazî ya Petrola Herêma Kurdistanê (Apikur) radigehîne, “Hin kom û alî li navxwe ya Îraqê hene ku naxwazin Herêma Kurdistanê aboreke bihêz hebe, hesûdiyê bi wê Herêmê dibin û naxwazin ew pêşkeftî be”. Herwesa dibêje, “Amerîka dixwaze Herêma Kurdistanê bihêz be û dîsa dest bi hinardekirina petrolê bike”.

Berdevkê Komeleya Pîşesazî ya Petrola Herêma Kurdistanê (Apikur) Myles B. Caggins îro (Yekşem, 24.03.2024) tevlî odeya nûçeyan a K24ê bû û ragehand, “Endamên Apikurê li ser weberhênanê li Herêma Kurdistanê pabend in, ev weberhênan dê alîkariya kompanî û xelkê Herêma Kurdistanê jî bike”.

Berdevkê Apikurê di derheqa serdana Serokwezîrê Îraqê ji bo Amerîkayê de got, “Serdana Sûdanî ji bo Waşintonê baştirîn derfet e ku biryarê li ser destpêkirina hinardekirina petrolê bide, lê hin hêz li Îraqê hene ku girêdayî welatên cîran in û bandora wan li ser siyaseta Îraqê û Dadgeha Federalî heye. Di eynî demê de jî, ev ji bo Sûdanî derfetek e ku biselimîne baweriyeke temam bi serxwebûna welatê xwe heye û dikare desthilat li ser hikûmeta xwe hebe”.

Myles B. Caggins amaje jî da, “Rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê wesa kiriye ku hevsengiya bazara cîhanî ya enerjiyê têk bide. Eger hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bê destpêkirin, ji bo wê herêmê, Îraq û herwesa Amerîkayê jî derfeteke gelek baş e”.

Navbirî tekez jî kir, “Waşinton Îraqeke bihêz dixwaze û di nav de jî divê Herêma Kurdistanê jî bihêz bimîne, herwesa divê pîşesaziya enerjiya Herêma Kurdistanê bihêz be û hinardekirina petrolê bê destpêkirin ku di berjewendiya hemî kitekesên Îraqê de ye”.

Berdevkê Apikurê ron jî kir, “Îraqê ji gelek aliyan ve Herêma Kurdistanê xendiqandiye û divê arêşeya budce û mûçeyan bi Herêma Kurdistanê re yekalî bike, herwesa Apikur bizavê dike û Kongirêsê Amerîkayê jî haydar kiriye ku divê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bê destpêkirin”.

Myles B. Caggins behs jî kir, “Hin kom û alî li navxwe ya Îraqê hene ku naxwazin Herêma Kurdistanê aboreke bihêz hebe, hesûdiyê bi wê herêmê dibin û naxwazin ew pêşkeftî be”.

Navbirî tekez jî kir, “Xerciyên derxistina petrolê ji deverekê bo yeka din cuda ne, bi rastî nabe ku Hikûmeta Îraqê bixwaze nirxeke cîgir ji bo derxistina petrolê li tevaya parêzgehên Îraq û Herêma Kurdistanê dabine”.