Piştîwan Sadiq ji bo melayan: Divê em li ser nedana mafên rewa yên mûçexuran bêdeng nebin

Piştîwan Sadiq bi hejmareke melayên Hewlêrê re
Piştîwan Sadiq bi hejmareke melayên Hewlêrê re

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Ewqafê û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê destxweşiyê li melayan dike û dibêje, “Melayên me bê beranber xizmeta ola Îslamê kiriye”. Herwesa dibêje, “Divê em li ser nedana mafên rewa yên mûçexurên Herêma Kurdistanê ji aliyê Îraqê ve dengê xwe bilind bikin û daxwaza mafên xwe yên qanûnî û rewa bikin”.

Wezîrê Ewqafê û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq îro (Yekşem, 24.03.2024) bi hejmareke melayên xwebexş ên navenda bajarê Hewlêrê re civiya.

Wezîrê Ewqafê di wê civînê de ragehand, “Mela li nav mizgeftan bi canê alîkarî û xwebexşiyê bi xelkî re ne”. Herwesa piştevaniya wezareta xwe ji bo pêngavên paşerojê tekez kir.

Piştîwan Sadiq di pareke din a gotinên xwe de bal kêşa ser guhertinên siyasî yên Îraqê û got, “Li ser her aliyekî pêdivî ye bi canê neteweyî li bernaberî wê stemê rabiweste, ku bi awayekî nerewa li ser mafê xelkê Herêma Kurdistanê tê kirin”.

Navbirî ron jî kir, “Melayên me herdem bi canê berpirsyariyê serederî kiriye ku ev jî pareke erkê olî û niştîmanî ye, divê em li ser nedana mafên rewa yên mûçexurên Herêma Kurdistanê ji aliyê Îraqê ve dengê xwe bilind bikin û daxwaza mafên xwe yên qanûnî û rewa bikin”.

Wezîrê Ewqafê li dawiyê jî bal kêşa ser wê yekê ku ew bi aneha Xudayê mezin û îradeya bihêz a xelkê serbilind piştrast in ku paşeroja geş her ji bo Kurdistanê ye.