Lehiyê rêya Şirnex û Colemêrgê girt

Rêya Şirnex û Colemêrgê
Rêya Şirnex û Colemêrgê

Diyarbekir (K24) - Ji sedema baraneke bihêz, lehî rabû û hin rê xirab kirin, rêya Şirnex û Colemêrgê ya sereke jî hat girtin.

Parêzgehiya Şirnexê ragihand, îro (Yekşem, 24.03.2024) di derdora seet 20.00an de rê li nêzî gundê Kirurê yê navçeya Qilabanê ya ser bi Şirnexê ve di navbera du tunelan de ji ber barana zêde hilweşîya û rê li trafîkê hat girtin.

Tinê ji bo bikaranîna rêyê gundan ji bo otomobîl û wesayîtên din ên piçûk di nava gundê Kirurê de rêyeke alternatîf hat diyarkirin."