Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê: Teror bidawî nehatiye

Rêber Ehmed
Rêber Ehmed

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê radigehîne, “Êrîşa teroristî ya Moskoyê ji me re dibêje ku teror bidawî nehatiye”. Tekez jî dike, “Me wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê helwesteke neguher li beranberî terorê heye”.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro (Duşem, 25.03.2024) ji K24ê re re ragehand, “Me bi navê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Konsulxaneya Giştî ya Rûsyayê li Hewlêrê kir, pêxemetî diyarkirina hevxemiya xwe ji bo gel û hikûmeta Rûsyayê di derheqa wê êrîşa teroristî ya hovane de ku li Moskoyê hat kirin”.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê got, “Me wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê helwesteke neguher li beranberî terorê heye. Em bi xwe qurbaniyên destê terorê bûne û em dizanin çalakiyeke teroristî li bajarekî wekî Moskoyê û bi vî awayê hovane bandoreke gelek nexweş li ser derûnê welatiyan çê dike, lewma me tekez li ser hevxemiya xwe kiriye”.

Rêber Ehmed amaje jî da, “Êrîşa teroristî ya Moskoyê ji me re dibêje ku teror bidawî nehatiye û pêdivî ye hevahengî û hevkarî û Hevpeymaniya Navdewletî û herêmî di navbera hikûmet û welatan de berdewam be ji bo ku teror bê bidawîanîn”.

Çar çekdaran şeva Înê, 22.03.2024, êrîşî holeke konsêrtan kir û zêdetirî 100 kesan kuştin û 140 kes jî birîndar kirin. Piştî çend seetan, DAIŞê berpirsyarîtiya xwe li ser wê êrîşê ragehand.

Serokê Ajansa Ewlehiya Federalî ya Rûsyayê FSB ji Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re ragehand ku 11 kes bi tometa wê êrîşê girtine, di nav wan de jî çar kes hene ku rasterast dest di wê kiryara teroristî de hebû”.