Şandeke pirojeya Hejmara Min li Bexdayê ye

Hejmara Min
Hejmara Min

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeke pirojeya Hejmara Min serdana Bexdayê kiriye û bi şandeke Hikûmeta Îraqê û berpirsên Banka Navendî re dicive.

Peyamnêrê K24ê ragehand, “Ji êvara duhî (Yekşem, 24.03.2024) ve şandeke pirojeya Hejmara Min a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê ye û biryar e îro (Duşem, 25.03.2024) bi şandeke Hikûmeta Îraqê û berpirsên Banka Navendî re bicive”.

Peyamnêrê K24ê amaje jî da, “Merem ji çûna wê şandê ji bo Bexdayê danûstandin û berçavkirina hûrkariyên pirojeya Hejmara Min a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo Hikûmeta Îraqê û berpirsên Banka Navendî ya Îraqê. Herwesa dê behsa piroseya vekirina hejmarên bankan ji bo fermanberên Herêma Kurdistanê jî bê kirin”.

Heta niha karûbarên pirojeya Hejmara Min ji bo zêdetirî 240 hezar fermanberên kertê giştî hatine temamkirin û zêdetirî 130 hezar fermanberan jî kartên xwe yên bankan wergirtine, pirose bi awayekî bi lez bi rê ve diçe.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser berfirehkirina pirojeya Hejmara Min berdewam e, niha li heft bajarên Herêma Kurdistanê dest bi tomarkirina fermanberên Herêma Kurdistanê di çarçoveya wê pirojeyê de hatiye kirin.

Her roj zêdetirî çar hezar fermanberan di pirojeya Hejamra Min de tên tomarkirin, pênc bankên mezin tevlî wê pirojeyê bûne û biryar e çend bankên din jî peywendiyê bi wê pirojeyê re bikin.